‘Çareserî di pêkanîna Peymana 29'ê Çileyê de ye’

Koçberan diyar kir ku pirsgirkên li Sûriyeyê dê bi vegera koçberan a li warên wan û bicihanîna Peymana 29'ê Çileyê çareser bibin.

‘Çareserî di pêkanîna Peymana 29'ê Çileyê de ye’
20 nîsan, 2026   05:25
HESEKÊ

Koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê têkildarî girîngiya vegera koçberan a li warê wan û bicihanîna tevahî bendên Peymana 29'ê Çileyê ji ajansa me re axivîn.

Ehmed Hines ê ji Serêkaniyê koçberî Hesekê bûye, diyar kir ku divê Peymana 29'ê Çileyê were bicihanîna û tevahî koçber vegerin warê xwe û wiha got: "Bi vegera koçberan ji cih û warên xwe re wê pirsgirêkên li Sûriyeyê bên çareserkirin. "

Ehmed Hines bi bîr xist ku 15 sal e li Sûriyeyê şer û alozî berdewam in û anî ziman ku êdî ne tenê koçber tevahî gelê Sûriyeyê dixwaze di Sûriyeyê de aramî çêbibe û her kes bi aram li ser xaka xwe bijî.

Ehmed Hines bal kişand ser zehmetiyên koçber dikişînin û wiha dom da axaftina xwe: "Em wek koçber gelek zehmetiyan dikişînin. Em dixwazin vegerin cih û warê. Koneke biçûk be jî bes e, tenê em vegerin. Vegera koçberan wê gelek pirsgirêkên din çareser bike.”

Ehmed Hines di dawiyê de diyar kir ku bendek ji Peymana 29`ê Çileyê vegera koçberan e, lê divê tevahî bendên peymanê di demeke zû de pêk werin û aramî û aştî çêbe.

Mistefa Osman ê ji Efrînê koçber bûye jî wiha got: “Bi vê peymanê re wê gelek hêviyên me wê pêk werin, yek ji wan berdana girtiyan e û ya duyem jî vegera koçberan e. Bi vegera koçberan û pêkanîna bedên din peymanê wê pirsgirêkên heyî li Sûriyeyê çareser bibin. Bi vegera tevahî koçberan re wê pirsgirêk çareser bibe û hêviya gelê Sûriyeyê pêk were. Dema li ser xaka Sûriyeyê kon an jî penaber nemînin wê pirsgirêkên heyî û aloziyên li Sûriyeyê çareser bibin.”

Koçberê ji Efrînê Mihemed Hesen diyar kir ku vegera koçberan bendeke sereke ya peymanê ye û wiha got: "Em vegerin wê tevahî pirsgirêk çareser bibin. Bi pêkanîna peymana 29`ê Çileyê wê tevahî pirsgirêk çareser bibin û girtiyên me jî bên berdan. Çareseriyê aloziyên Sûriyeyê bi pêkanîna vê peymanê pêkan e."

(zş/bb)

ANHA