Li Sûriye kirîna avahiyan biha ye

Li Sûriye malbat nikarin avahiyan bikirin, gelekî biha bûne û xelk li bendê ye ku hevsengiya bazarê were guhertin.

Li Sûriye kirîna avahiyan biha ye
Li Sûriye kirîna avahiyan biha ye
Li Sûriye kirîna avahiyan biha ye
Li Sûriye kirîna avahiyan biha ye
Li Sûriye kirîna avahiyan biha ye
20 tîrmeh, 2026   04:47
HUMIS

Kirîna avahiyan li tevahî parêzgehên Sûriyeyê gelekî biha bûne. Li taxên gelêrî û çîna navîn bihabûna malan bûye navbera 300 milyon heyanî 1 milyar lîreyê Sûriye. Li taxên zengînan jî kirîna malan bûye bi milyarên lîreya Sûriye. Li gundan jî kirîna malan li gorî cih, mesahet û rewşa malan carne dighîjê sed milyonan.

Li Humsê malên nêzî bazarê û li navenda bajarin biha ne. Karkerên di qada lêkirina avahiyan de dixebitin gotin madeyên lêkirina mal û avahiyan gelekî biha ne û ev yek dibe sedema ku kirîna malan biha be.

Xelkê Sûriye ji ber derfetên wan nînin ku malan bikirin diçin kirê dikin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê welatiyê bi navê Hesan Ebû Ebdo got: "Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe û pêdiviya welatiyan a malan pêk were divê erdên ku mulkê dewletê ne têxin bin xizmeta xelkê de. Di erdên dewletê de destbi projeyên lêkirina avahiyan bikin. Piştî ku lêkirina van avahiyan bi dawî bû, li gorî derfetên welatiyan van malan bifroşin wan."

Reya Ehmed jî got: "Gelekî zehmet bûye ku welatî bikarbin malan ji xwe re bikirin. Welatî anceq dikarin debara jiyana xwe ya rojane bikin. Eger malan kirê bikin jî êdî mûçe û pereyên wan têrê nakin ku hemû pêdiviyên xwe pêk bîn in."

Her wiha Ebîr Silêman anî ziman ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî lez bikin û wiha lê zêde kir: "Bila elektirîkê û şebekeya kanalîzasyonê di demeke kin de bighînin taxa El Weir. Eger pirsgirêkên taxa El Weir ên xizmetguzarî çareser bibin, dê gelek malbat werin li vê taxê bi cih bibin û dê bandorê li ser buhayê kirîn û kirya malan bike ."

Nûr Silêman diyar kir ku heke avahiyên nû lê bikin dê buhayê kirîn û kirya malan kêm bibe û wiha got: "Eger lêkirina avahiyên nû zêde bikin dibe ku pirsgirêka bihabûna kirîna malan çareser bibe. Ji ber eger sekenên nû li bazarê lê bikin dê kirîna malan erzan bibe."

(np)

ANHA