Îranê balafirgeha Eqebê ya Urdunê kir hedef

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wê balafirgeha Eqebê ya Urdunê kir hedef. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê mûşekên Îranê xistin.

Îranê balafirgeha Eqebê ya Urdunê kir hedef
19 tîrmeh, 2026   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ku li ser X‘ê weşandiye diyar kir ku wê mûşekên arasteyî bajarê Eqebe yê Urdunê hatibûn kirin, tesbît kirin. Artêşê ragihand ku dibe ku hin mûşek li xaka Îsraîlê ketibana.

Radyoya artêşa Îsraîlê aşkera kir ku pergala parastina hewayî ya Amerîkayê hin mûşek xistin û pergala "El Qibe El Hedîdiye" jî guleyên mûşekên ber bi bajarê Îlatê yê Îsraîlê ve hatibûn avêtin bêbandor kirin.

Artêşa Pasdaran a Îranê ku berpirsyariya êrişê girt ser xwe  ragihand ku wê balafirgeha Eqebe bi mûşekên balîstîk kir hedef. Artêşê ev êriş wekî "Bersiva li hemberî êriş û gefên li ser ewlehiya neteweyî ya Îranê" destnîşan kir.

Artêşa Pasdaran bang li sivîlan kir ku dûrî balafirgeha Eqebe û tesîsên leşkerî bibin û îdia kir ku wê deverên leşkerî û yên stratejîk tenê kirin hedef.

Şaredariya Îlatê jî ragihand ku dengê teqînên ku hatin bihîst ji ber xistina mûşekan li ser Urdunê bû. Şaredariyê destnîşan kir ku heya niha fermanên eniya hundirîn a Îsraîlê nehatine guhertin.

(bb)