Li gundekî Çilaxayê pirsgirêka kehrebeyê heye, gerînendetiyê soza çareserkirinê da

Şêniyên gundê Şebekê yê Çilaxayê ji sala 2023‘an ve zehmetiyên qutbûna kehrebeyê dikişînin. Gerînendetiya Kehrebeyê diyar kir ku ew ê di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin.

20 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bajar û gundewarên Çilaxayê yê herêma Cizîrê piştî danîna jimêrkerên kehrebeyê rewşa kehrebeyê baş bûye. Lê li gundên Xirbê Cihûya, Abirê û Şebekê kehrebe bi awayekî sîstematîk tune ye. Şênî jî bi rêya jenenratoran û tebeleyên enerjiya rojê kehrebeyê dabîn dikin.

Gundê Şebek ê li bakurê rojavayê bajarê Çilaxayê ye yek ji mezintirîn gundên li herêmê ye. Di vî gundî de 900 malbat (derdora 5 hezar kes) û derdora 700 mal hene. Ji ber xirabbûna transên kehrebeyê beşên mezin ê gund bê kehrebe ne. Gundî jî ji ber kêmbûna saetên dayîna kehrebeyê gazincan dikin.

Li beşa bakurê rojhilatê gund ku 400 malbat lê dijîn, zexta mezin a li ser transê kehrebeyê heye û bi awayeke domdar ji xizmetê derdikeve.

Aliyê başûrê gund jî ku 150 mal lê hene, ji sala 2023`an ve bê kehrebe ye. Transê kehrebeyê ji wê demê ve ji ber rewşa hewayê a zivistanê ji xizmetê derketiye.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Komîna Gundê Şebekê Remedan Murad diyar kir ku komîteya xizmetguzariyê ya komîna gund ji destpêkê ve vê pirsgirêkê dişopîne û  ji bo çareserkirinê gelek caran serî li Gerînendetiya Kehrebeyê daye û raporên fermî şandine.

Hejmarek ji şêniyan ji ajansa me re destnîşan kirin ku qutbûna kehrebeyê ya çend salan bandorê li jiyana wan a rojane bi taybet di werzê havînê de dikin.

Şêniyan diyar kir ku wan serî li Gerînendetiya Kehrebeyê dan û raporên fermî jî pêşkêşî wan, lê jî ti feyde nekir, tenê di çarçoveya sozên çeksazkirinê de man.

Der barê mijarê de endamê Rêveberiya Gerînendetiya Kehrebeyê ya Çilaxayê Dilgeş Haco agahî dan ajansa me û got: "Em mijarê dişopînin. Transê ji xizmetê derketiye dê di demeke nêzîk de were çaksazkirin. Ev yek wê bihêle ku kehrebe bighêje beşa başûrê ya gund."

(sb)

ANHA