Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Bexdayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi serdana paytexta Iraq Bexdayê kir. Tê payîn bi berpirsên Iraqê re rewşa herêmê gotubêj bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Bexdayê ye
13 cotmeh, 2024   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Biqayî bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi serdanek fermî gihiştiye Bexdayê.

Li gorî berdevk wê Ereqçî bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên û rayedarên din yên Iraqê re bicive.

Her wiha Îsmaîl got ku Ebas Eraqçî bi welatên îslamê re der barê rewşa aloz ya li herêmê û êrişên Îsraîl yên li ser Xeza û Lubnanê guftugoyê dike.

Li gorî daxuyaniya berdevk, piştî Iraqê wê Wezîrê Karên Derve yê Îranê biçe Umanê.