Li Sûdanê destdirêjî li 32 jinan hat kirin

Tora Bijîşkan a Sûdanê ragihand ku di hefteyekê de destdirêjiya zayendî li 32 jinan hatiye kirin.

Li Sûdanê destdirêjî li 32 jinan hat kirin
16 mijdar, 2025   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Bijîşkan a Sûdanê ragihand ku di hefteyekê de destdirêjiya zayendî li 32 jinên ciwan hatiye kirin. 

Torê da zanîn ku destdirêjî li jinên ciwan ku ji bajarê Faşirê xwe li herêma Tewîla a Darforê digirtin, hate kirin û diyar kir ku li bajarê Faşirê jî piştî ku ket bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî ev kiryar hat kirin.

Torê destdirêjiya zayendî ya Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li dijî jinan bi tundî şermezar kir û got, destdirêjiya zayendî binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî ne û dighêje asta sûcên şer û sûcên dermirovî.

Tora Bijîşkan diyar kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn berpirsên van sûcan e. Torê der barê van sûcan de daxwaza vekirina lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe û lezgîn û parastina jinan kir. Her wiha bang kir ku divê rêxistinên mirovî û bijîşkî derbasî herêmê û bêyî astengî desteka bijîşkî, dirûnî û qanûnî pêşkêş bikin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku derdora 18 mehan bajarê Faşirê dorpêç kiribû, di 29’ê Cotmehê de bajar xist bin kontrola xwe.

(bb)