Hêzên Îsraîlê êrişî Xezayê kir

Hêzên Îsraîlê li ser Xezayê êrişên asmanî û topbaran pêk anî. Di encama êrişên li ser Nablus û Şerîaya Rojava de, ciwanek hat kuştin, yek jî birîndar bû û gelek kes hatin girtin.

Hêzên Îsraîlê êrişî Xezayê kir
16 mijdar, 2025   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (SEFA), ragihand ku hêzên Îsraîlê îro li başûrê Xezayê êrişên asmanî û topbaran pêk anî. 

Ajansê diyar kir ku êriş li dijî li Xan Yûnis û Refehê ku li wan derveran konên koçberan û malên sivîlan hene, pêk hat.

Hate zanîn ku li Şerîaya Rojava jî, hêzên Îsraîlê girtin ser kampa penaberan a Esker a Kevin a li rojhilatê Nablusê û gule barandin, di encamê de ciwanek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Hêzên Îsraîlê her wiha girtin ser taxên Ras El Eyn, El Başa û Bajarê Kevin ê Nablusê bêyî ku kesî bigirin.

Li Tûlkerm û Bêtlahmê jî di encama serdegirtinan de 2 ciwan hatin girtin, her wiha li bajarê Enaya li rojhilatê Qudsê ciwanek û li bajarê Erîha jî dîlekî ku berê hatibû berdan hatin girtin.

Ajansa Nûçeyan a WAFA’yê jî ragihand ku li bajarokê El Ram ê bakurê Qudsê karkerek bi guleyên hêzên Îsraîlê birîndar bûye û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.

(k)