Li Sûdan û Yemenê binpêkirina mafên jinan

Bi hinceta "têkilî bi dijmin re daniye" li Yemenê cezayê girtinê yê 13 salan li jinekê hate birîn û li Sûdanê jî cezayê darvekirinê li jinekê hate birîn.

Li Sûdan û Yemenê binpêkirina mafên jinan
21 tebax, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Maf û Azadiyan a Sam dadgeha cezayan a koma Ensarullah (Hûsî) bi hinceta "têkiliya bi dijmin re" cezayê girtinê ya 13 salan li jina bi navê Henen El Muntesir birî.

Rêxistinê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên nêzî Henenê, diyar kir ku Henen 3`yê Tîrmeha 2019`an hatiye girtin, îşkence lê kirine û gef li dayik û zarokên wê xwarine ku bi kehrebeyê îşkenceyê lê bikin û nehiştine biaxive û dûre veguhastine girtîgeha lêkolînên cezayî û piştre birine girtîgeha navendî.

Rêxistinê diyar kir ku dadgehên li Senayê “êdî bûne amûra çewisandin û binpêkirina mafên jinan”.

Li gorî ajansa nûçeyan a NûJINHA`yê dadgeha cezayan a wîlayeta Kesla ya rojhilatê Sûdanê, 21`ê Tebaxê cezayê darvekirinê li K.E.A`yê biriye, bi tawana "hevkariya bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn re".

Însiyatîfa "Na ji çewisandina jinan re" piştgiriya K.E.A`yê kir û kampanyayek bi dirûşma "Li dijî birînan em bibin yek" ragihand.

Dadgeha Etbera ya Sûdanê jî bi heman tawanê cezayê darvekirinê li 2 jinan birîbû ku yek ji wan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û ya din hîna di girtîgehê de ye.

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12`ê Tebaxê kampanya bi dirûşma "Na ji darvekirinê re" ragihandibû ku heta 26`ê heman mehê dewam bike. Yekitiyê cezayên li dijî jinan red kirin û banga rawestandina cezayên darvekirinê kir.

(şx)