Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya

Komxebata ku vê sibehê li Qamişloyê dest pê kiribû, bi nîqaşên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd û qebûlkirina statuya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qediya.

Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya
Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya
Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya
Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya
Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya
Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya
Komxebata li Qamişloyê bi nîqaşan qediya
21 tebax, 2024   15:30
QAMIŞLO

Komxebata ku bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Pênasekirina nasnameya kurdî û gelên Sûriyeyê di pergala neteweya demokratîk de” li Qamişloyê dest pê kiribû, bi nîqaşan bi dawî bû.

Di komxebatê de mijarên “Pêşveçûna sosyolojîk, çandî û siyasî ya nasnameya kurdî, berî û piştî şoreşa Rojava” û “Nasnameya Kurd a siyasî û birêxistinbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyeyê” hatin nîqaşkirin.

Beşdarên komxebatê diyar kir ku deskeftiyên gelan ên bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re hatine bidestxistin xwedî pêwîstiyeke parastina lezgîn in. Her wiha saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rexne kirin ku zêdetir birêxistinkirina civakê esas bigire.

Beşdaran bal kişand ser dîroka Kurdan û gotin: “Kurd her tim rastî êriş, komkujiyan hatine. Lê her tim li ber xwe dane. Li Rojavayê Kurdistanê ji bo statuya xwe bide qebûlkirin derfeteke mezin heye. Ji bo pêkanîna vê, rola sereke ya rewşenbîran e. Ji bo avakirina nasnameyeke kurdî û pê re avakirina nasnameyeke nîştimanî Sûriyê tev bigerin.”

Beşdaran diyar kir ku li Rojava hebûneke Kurdan a xurt hatiye avakirin û ji bo qebûlkirina statuya herêmê pêwîstî bi xurtkirina têkilî û xwebirêxistinkirinê heye.

Di dawiya komxebatê de beşdaran got pirsgirêka Kurd divê li Sûriyeyê bê çareserkirin.

ANHA