Li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” dest pê kir. Welatî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” re xwedî li banga Rêber Abdullah Ocalan derketin.

Li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
23 adar, 2025   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, dest pê kir. Pîrozbahî li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin û ji saetên zû yên serê sibehê ve gel diherike qadê. Welatiyên ku demekî dirêj di dorê de sekinîn, piştî lêgerînê derbasî qadê dibin. Bi deh hezaran kesên bi alayên DEM Partiyê û flamayên “Newroz azadiyê” hatin qadê, li ber stranan govend gerandin.

Qad, bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û pankarta “Em bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ne” hate daliqandin. Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nab e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” olan didin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar û hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê gel silav kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar got: “Em ji bo avakirina civaka demokratîk têdikoşin. Em, Newroza birêz Abdullah Ocalan ku banga sedsalê kir, pîroz dikin. Ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê em ê bi hev re têbikoşin. Em li dijî hemû sepanên dijdemokratîk in.” Hevserokê Bajar Çinar Altan jî got: “Em Newroza gelên bi gelê Kurd re têdikoşin jî pîroz dikin. Gelên me bersiva pêwîst didin dost û dijminan."