Îranê 3 sal cezayê girtîgehê li mamostayek jin birî

Mamoste Kobra Taherkhanî bi îdeaya ‘heqaret li Hamaney kiriye’ û ‘Li dijî rejîmê propaganda’ 3 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Her wiha 3 sal cezayê qedexeya derketina derveyî welat jî lê hate birîn.

Îranê 3 sal cezayê girtîgehê li mamostayek jin birî
23 adar, 2025   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Kobra Taherkhanî ku ev 26 sal e li Îranê mamostatiyê dike û di heman demê de endamam Sendîkayê ye ji aliyê 2’yemîn Dadageha Şoreşê ya Kazvîn ve mehkumî 3 sal cezayê girtîgeh hate kirin. Li gor biryara ku di Adarê 2024’an de hatî dayîn, Kobra Taherkhanî bi îdiaya ‘heqaret li Hamaney kiriye’ 2 sal û bi îdiaya ‘li dijî rejîmê propaganda’ 1 sal cezayê girtîgehê girt.

Dadgehê hinceta cezayê daye Kobre Taherkhanî, raporên îstixbaratê yên aîdî Muhavizên Herêma Kazvîn û parvekirinên ku li ser hesabê Instagramê weke belge nîşan dan. Li gel biryarê Kobra Taherkhanî cezayê qedexeya 3 sal ya derketina  derveyî welat jî lê hate birîn.