Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

Li navçeya Esenyûrdê ya bajarê Stenbolê koma ku xwe amade kiriye û dixwaze biçe tev li meşa li Aksarayê bibe, polîsan ew asteng kir û welatî dirûşma “Bijî Rojava” berz dikin.

24 ÇILE, 2026   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Girseya ji bo beşdariya şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û piştgiriya berxwedana HSDê li Esenyûrdê kom bûyî rastî astengiyan hat. Li ser astengkirina polîsan gel bi sloganên, “Bijî bexwedana Rojava” û “Bijî Kurdistanê” bersiv da. Polîsan destûr nadin ku gel biçe Qada Aksarayê ya Navçeya Fatîhê. Di navbera polîsan û gel de rageşî didome.