Şaxên ÎHD'ê: Xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

 Şaxên HD'ê, li gelek bajaran li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û gotin: “ Em raya giştî ya Tirkiyeyê û cihanê vedixwînin ku deng bidin aştiyê û xwedî li mirovahiyê derkevin.”

Şaxên ÎHD'ê: Xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin
24 ÇILE, 2026   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniya hevpar dan. Şaxên ÎHDê yên Amed, Wan, Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Riha, Stenbol, Îzmîrê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava dan. 

AMED

 Şaxa ÎHD'a Amedê li avahiya daxuyanî da û endam û rêveberên ÎHDê, Baroya Amedê, Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiye (OHD), Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî xwend.

ÊLİH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Nûner û rêveberên gelek saziyên demokratîk tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştiyê banga bi lez, Sûcên li Rojava hatin kirin bila demildest werin lêpirsînkirin” hat vekirin. Hevserokê ÎHD'a Êlihê Ahmet Şîray metna daxuyaniyê xwend û êrişên li ser Rojava şermezar kir.

RİHA

Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê jî li dijî êrişên çeteyên qirkirinê li ser Rojava li avahiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Banga lêzgîn ji aştiyê re, bila êrişên li ser Rojava rawestin û sûcên hatine kirin bên lêpirsînkirin” hat vêkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHD'a Rihayê Songul Arpa ve hat xwendin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî ÎHD, derbarê êrîşên li ser Rojava de civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civîna çapemeniyê ya li ber ofîsa şaxê bûn. Di civîna çapemeniyê de pankartek bi nivîsa "Bangeke lezgîn ji bo aştiyê, êrîşên li ser Rojava rawestînin, sûcên hatine kirin lêkolîn bikin" hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka ÎHD'ê ya Mêrdînê Halîme Tunç Dag ve hat xwendin.

WAN

Şaxa ÎHD'a Wanê li ber ofîsa xwe ya şaxê civîneke çapemeniyê li dar xist û êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li dijî Rojava şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de gelek kes, tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajêr, amade bûn. Pankartek bi nivîsa "Banga lezgîn ji bo aştiyê! Êrîşên li ser Rojava rawestînin, sûcên hatine kirin lêkolîn bikin" hat vekirin û girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPJ" qîr kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla hevserokê şaxê Mehmet Salîh Coşkun ve hat xwendin.

 COLEMÊRG

Şaxa ÎHD ya Colemêrgê li ber Navenda Karsaziya Zagros a li Geverê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartek bi nivîsa "Êrîşên li ser Rojava rawestînin, sûcên hatine kirin lêkolîn bikin" hat vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan jî beşdar bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD ya Colemêrgê Sibel Çapraz ve hate xwendin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê têkidlarî êrişên li ser Rojava daxuyanî da û şermezar kir. Daxuyanî li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê hate dayîn. Rêveberên ÎHD'ê û nûner û rêveberên saziyên demokratîk tev i daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya ÎHD'ê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend.

Daxuyaniya hevpar ku ji aliyê şaxên ÎHDê ve hate xwendin bi vî rengî ye:

Em bang li hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî, bi taybetî li Tirkiyê dikin; divê li dijî komkujî û qirkirina li Sûriyê bêdeng nemînin, êrîşên li dijî Kurdan demildest bên rawestandin û rêz li mafê biryardayîna paşeroja xwe ya gelên niştecih ên wekî Kurd, Suryanî, Elewî, Durzî û hemû civakên din bê girtin û ev mafê meşrû bi awayekî xurt bê piştgirîkirin. Divê rêveberiyeke demokratîk li Sûriyeyê bê avakirin, dê bibe wesîleyê hem aştiya navxweyî ya Tirkiyê û hem jî aştiya herêmî. Di vê çarçoveyê de Tirkiye divê dûr bisekine ji piştgirîkirina pêkhateyên ku li Sûriyê yekparêziyê dikin hedef û ji bilî xwe mafê jiyanê nadin tu kesî, û divê piştgiriyê bide polîtîkayên ku jiyana wekhev û azad a hemû gel û baweriyan. Em wekî rêxistinên civaka sivîl yên li Amedê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a li ser esasê nirxên demokrasî û mafên mirovan, li ser bingehên wekhevî, azadî û aştiyê li cîhanê û erdnîgariya me, bang li herkesî dikin ku li dijî şer û şîdetê bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin.