Li Quneytîrayê tevgera Îsraîlê, li Siwêdayê êriş, li Derayê xwepêşandan

Êrişên li ser Siwêdayê dewam dikin. Serokatiya Rûhanî ya Misilmanên Miwehidîn jî daxuyaniya ku dixwaze hêzên hikumeta veguhêz derbasî bajar bibin red kir. Li aliyekî din jî tevgera hêzên Îsraîlê ya Quneytîrayê zêde bûye. Li Derayê jî li dijî tevlêbûna çeteyên DAIŞ’ê ya nava hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Quneytîrayê tevgera Îsraîlê, li Siwêdayê êriş, li Derayê xwepêşandan
15 tîrmeh, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî bangên aramkirinê jî lê hêzên wezaretên hundirîn û parastinê yên hikumeta veguhêz êrişên xwe li ser bajarê Siwêdayê didomînin û bajar di ambargoyeke giran de ye. Sivîl bi fikar in ku bajar veguhere qada şerekî mezin. Li Serokatiya Rûhanî ya Misilmanên Miwehidîn daxuyaniyek hat ferzkirin û ku bihêle hêzên hikumeta veguhêz bêyî berxwedanê derbasî bajar bibin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku tevgera hêzên Îsraîlê ya li Quneytîrayê zêde bûye. SOHR’ê da zanîn ku yekîneyên hêzên Îsraîlê ketin gundên Riwêhîna, Dewaya, Siwêsê, gundên Nebi El Sexir, Semedaniye û Berîqayê, malên şêniyan kontrol kirin, zarok jî di nav de, hin kes destgîr kirin, her wiha heqaret li şêniyan kirin û ew tirsandin. Li gorî SOHR’ê, hêzên Îsraîlê bendên kontrolê yên demkî li deverên stratejîk ên wekî Bendava Mentera û xaçerêya Eyn El Beyda danîne. Di heman demê de helîkopterên Îsraîlê li ser herêma Cebel El Şêx û Yafûr geriyan.

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê projeya xwe ya leşkerî ya bi navê "Sufa 53" berfireh dike. Proje korîdoreke axî ya bi hêz e ku dirêjî nava axa Sûriyeyê dibe. Korîdor bi axê û xendekên heta heft metreyan bilind tê çêkirin. Armanca projeyê ew e ku nuqteyên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser sînor bi hev ve girê bide û tevgera di nava Sûriyeyê de hêsan bike.

Li herêmên El Hemîdiye, Um El Ezam, El Qehtaniye, Cebeta El Xeşeb û Hederê jî xebatên kolandinê yên berfireh hatine dîtin.

Li bajaroka Tesîl ê Derayê 2 roj beriya niha (13 Tîrmeh) li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku niha di nava saziyên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz de cih digirin, xwpêşandan hatibûn lidarxistin. Şênî ji ber hebûna van çeteyan bi fikar in.

(bb)