Li Siwêdayê nasnameyên 4 cenazeyên din hatin zanîn

Tiba edlî li Siwêdayê 5 cenaze di rewşa helandinê ya pêşîn de ne ji gundê Tailê derxistin. Ew cenaze piştî zêdetirî 3 mehan li çolê mabûn hatin derxistin, heta niha tenê nasnameyên 4ˊan hatiye zanîn.

Li Siwêdayê nasnameyên 4 cenazeyên din hatin zanîn
9 mijdar, 2025   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tiba edlî li Siwêdayê nasnameyên hejmarek cenazeyên ku piştî zêdetirî 100 rojî li derveyî gundê Tailê yê Siwêdayê mabûn, nas kirin. Ew yek piştî êrişa hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî li dijî herêmê di Tîrmehê de, pêk hat.

Li gorî tiba edlî, nasnameyên 4 cenazeyên nû ku ji gundê Tailê hatin rakirin nas kirin û navên wan wiha ne;

Hindiye Zîb, Hesîbe El Elî, Sekriye El Hemod û Xalid Şahîn.

Tiba edlî diya rkir ku hîna 5ˊê nehatiye naskirin, ji ber ku cenaze di qonaxa pêş a helandinê de ye.

Hîna bi dehan xelkê Siwêda û gundewarê wê winda ne û tu agahî li ser wan tune ne û bi dehan cenaze jî li çolê li gundên bakur û rojava ne. Lê ji ber hebûna hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê li wan herêman zehmet e werin rakirin.

(fr)