Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat

Koma Navenda Çand û Hunerê ya kantona Reqayê şanoyek ku balê dikişîne ser sedem û ajotiyên koçberiyê û girîngîdayîna aîdiyeta welat pêşkêş kir.

Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
Li Çilaxa mijara koçberî û sedemên wê û aîdiyeta welat
9 mijdar, 2025   17:35
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Cizîr bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa, bi armanca pêşxistina tevgera çand û hunerê li herêma Çilaxa û girîngîdayîna rola hunerên şanoyê, çalakiyek hunerî li dar xist.

Di çalakiyê de şanoya bi sernavê "awazên li ser çenteyên bendewariyê" ya nivîskarê Iraqî Uqab Hemîd hat pêşandan. Şano balê dikişîne ser doza koçberiyê, ajo û sedemên wê û girîngiyê dide aîdiyeta li welat û rûbirûbûna astengiyên koçberiyê.

Ev xebat, koma Navenda Çand û Hunerê ya kantona Reqayê pêşkêş kir û derhêneriya wê hevserokê Çand û Hunerê yê kantona Cizîrê Ebdulqadir Ebûd e.

Di çalakiyê de hezkirên şano, xelkê Çilaxa, nûnerên ji saziyên sivîl û xizmetguzarî, Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa, Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre şanoya ku ji 25 deqeyan pêk tê, ji hêla 4 aktoran ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyê de hat diyarkirin ku koçberî û terkkirina welat ne çareserî ye, ji ber ku pêdiviya welat bi ciwanan heye ku siberojeke baştir ava bikin. Li kêlek wê jî pêwîstî bi çareserkirina pirsgirên civakî yên ku dihêlin koçberî çêbibe bi taybet di nava ciwanan de, hate dîtin.

(fr)

ANHA