Koçberên Efrînê: Ger sed sal jî derbas bibe em ê vegerin Efrînê

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku divê saziyên mafên mirovan li hemberî binpêkirinên ku li Efrînê pêk tên xwe bê deng nekin û got “Ger sed sal jî derbas bibe, em ê vegerin Efrînê.”

Koçberên Efrînê: Ger sed sal jî derbas bibe em ê vegerin Efrînê
10 mijdar, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Koçberên ji Efrînê yên ku li bajarê Kobanê bi cih bûne, nêrînên xwe der barê binpêkirin, talankirin, wêrankirin û firotina mal û milkên xwe de ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê pêk tînin, ji ANHA`yê re axivîn.

Mehmûd Mistefa Îbiş diyar kir ku ew di 2018`an de ji Efrînê koçber bûn û wiha got: “Beriya çend rojan li gundê Qeretepe yê Efrînê eywanên dawetan û mekbesên xelkê difirotin hev. Ev hemû mal û milkên xelkê Efrînê ye. Çeteyên dewleta Tirk van binpêkirinan pêk tînin û her wiha kuştin, talankirin, revandin û îşkenceyê li dijî xelkê pêk tînin. Çete darên me yên zeytûnan yên bav û kalên me qut dikin û zeytûnên me didizin."

‘DAXWAZA ME VEGERA LI EFRÎNÊ YE’

Mistefa Îbiş destnîşan kir ku ew ji saziyên mafên mirovan hêzî dikin ku li hemberî van binpêkirinê li Efrînê pêk tên xwe bê deng nekin û wiha pê de çû: "Em dixwazin vegerin Efrînê û êdî bes e ji koçberiyê re. Efrîn Efrîna me ye û daxwaza me li wê ye. Ger ku sed sal ji temenê me biçe jî em ê vegerin Efrînê."

Cemal Elo da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê ve mal û milkên xelkê Efrînê difiroşin û wiha got: "Çete bi van binpêkirinan dixwazin hêviyên xelkê Efrînê ji warê wan qut bikin. Çeteyên dewleta Tirk çi bikin bila bikin, tenê hêviya me vegera li Efrînê ye. Daxwaza me ye ku hemû cîhan çavê xwe ji van binpêkirinên li Efrînê re veke û çetan ji wir derxin ji bo ku xelkê Efrînê vegera Efrîna xwe ya rengîn.”

Elo diyar ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi van binpêkirinan dixwazin demografiya Efrînê biguherînên û got: "Çete mal û milkên xelkên Efrînê ji xwe re difiroşin hev, ev yek jî qirêjiya çeteyan Ii pêş çavê cîhanê nîşan dide. Divê saziyên mafên mirovan rê li pêşiya vê siyaseta qirêjî bigirin û çeteyan ji Efrînê derxin, ji bo ku xelkê Efrînê vegere cih û warê xwe."

‘EV HOVÎTÎ TU CARÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Ismet Mihemed Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê mal, milk, erd û zeytûnên xelkê Efrînê ji xwe re difiroşin û got: "Beriya çend rojan me li ser malperan dîmenek dît ku çeteyan dîmenên mekbesa min girtine û dibêjin ku ev mekbes ji bo firotinê ye. Mekbes a min e û çete jî ji xwe re mal û milkên me bav û kalên me difiroşin. Ev hovîtî tu carî nayê qebûlkirin.”

Mihemed Şêxo diyar kir ku daxwaza wan ew e ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derkevin, ji bo ku xelk careke din vegere cih û warê xwe.

ANHA