Hejmara qurbaniyên Siwêdayê derket hezar û 339ˋan

Hejmara kesên ku di êrişên 13ˊê Tîrmehê û vir ve li ser Siwêdayê didomin, şer û pevçûnên herêmê û êrişên hewayî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 339. Ji wan 196 kes bi komî hatin qetilkirin.

Hejmara qurbaniyên Siwêdayê derket hezar û 339ˋan
23 tîrmeh, 2025   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bîlançoya der barê qurbaniyên Siwêdayê de nû kir. 

Li gorî SOHR`yê ji 13’ê Tîrmehê ve, di encama şer, qetilkirinên komî û bombebarankirina Îsraîlê de hezar û 339 kes hatin kuştin.

Bîlanço wiha ye:

- 657 ji parêzgeha Siwêdayê ne ku di nava wan de 124 sivîl in. Jê 10 zarok heye.

- 464 ji endamên Wezareta Parastinê û Ewlekariya Giştî ne. Di nava wan de 40 ji eşîrên Bedû û çekdarên xwedî nasnameyên lubnanî hene.

- 15 ji endamên Wezareta Parastinê û Wezareta Hundirîn di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

- 3 kes nasname nediyar di êrişên balafirên Îsraîlê de ya li ser avahiya Wezareta Parastinê hatine kuştin.

- Rojnamevanek di şerê li Siwêdayê hatiye kuştin.

- 196 kes bi guleyên endamên wezaretên parastinê û hundirîn hatine kuştin. Di nav wan de 8 zarok heye. 

- 3 kes ji eşîrên Bedû ne ku ji aliyê şervanên durzi ve hatine kuştine kuştin.

Hate ragihandin ku ev bîlanço ne ya dawiyê ye ji ber ku heta niha jî hin kes windane û belgekirin û lêpirsîn dewam dike.

Ji 21’ê Tîrmehê ve ji dema peymana agirbestê ya bi garantiya Amerîkayê ve dest pê kiriye, aramî li bajêr serwer bûye, lê li hin deveran agirbest tê binpêkirin.

Ev yek bi gefên ku heke şertên peymanê werin binpêkirin, wê Sûriyeyê di lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorê de bimîne.

(ac/şx)

ANHA