Li rojavayê Dêrazorê li dijî bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke terorîst êriş benda kontrolê ya li rojavayê Dêrazorê kiriy e û di encamê de endamekî wan birîndar bûye.

Li rojavayê Dêrazorê li dijî bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş
23 tîrmeh, 2025   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li malpera xwe ya fermê ragihand ku li dijî benda kontorlê ya li gundê Sewa yê rojavayê Dêrazorê êrişek çêbûye.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Îro saet di 14:00’an de, çeteyên şaneyeke terorîst bi motosîklêtê êrîşeke xapînok li dijî endamekî hêzên me li benda kontrolê ya gundê Sewa li gundewarê rojavayê Dêrezorê pêk anîn. Çeteyan damance bi kar anîne, di encamê de endamê me bi 4 mermiyan birîndar bû.

Ew yekser ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û rewşa tenduristiya wî di bin çavdêriyê de ye.

Hêzên me niha ji bo şopandina sûcdaran û radestkirina wan ji dadgehê re dixebitin. Em vê kiryara tirsonek şermezar dikin, em pabendîbûna xwe ya berdewam ji bo pêkanîna erkê xwe yê neteweyî û parastina ewlehî û aramiya herêmê tekez dikin. Hewldanên bi vî rengî wê me ji berdewamiya erkê me dûr nexin.”

(şx)