Yekitiya Ragihandina Azad pêngavek li dijî gotinên nifretê dest pê kir

Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo têkoşîna li dijî gotinên nefretê û pêşxistina exlaqa ragihandinê kampanyayek ji bo berhevkirina îmzeyan da destpêkirin.

Yekitiya Ragihandina Azad pêngavek li dijî gotinên nifretê dest pê kir
23 tîrmeh, 2025   19:02
QAMIŞLO

Di demekê de ku gotinên nefretê li Sûriyeyê zêde dibin, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li ser bingeha berpirsyariya ragihandinê di belavkirina rastiyê de, xurtkirina çanda diyalogê û pevjiyanê, ji bo ku pabendîbûna karmendên ragihandinê bi pîvanên pîşeyî û exlaqî xurttir bike, kampanya îmzeyan dest pê kir.  

Kampanyaya ku ji 22’ê Tîrmehê ve hatiye destpêkirin, wê 15 rojan bidome.

Wê di van rojên destnîşankirî de, îmzeyên rojnamevanên jin û mêr ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rêziknameyeke pîşeyî ya birûmet werin komkirin. Di vê rêzknameyê de, bikaranîna platformên ragihandinê wek rêbazekê yan jî wesîleyekê ji bo belavkirina nefretê yan jî sorkirinê, tê redkirin. Di heman demê de teqezî bi girîngiya rola ragihandinê di parastina nirxên demokrasiyê û aştiyê de, destnîşan dike.  

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm diyar kir ku ev kampanya di demekê de tê ku pêdivî bi medyayeke berpirsiyar heye ya ku pirrengiya civaka Sûriyeyê nîşan bide û tevna wê ya civakî û siyasî biparêze.

Li gorî Evînê, di çarçoveya hewldanên têkoşîna li dijî gotinên nefretê û xurtkirina hawîrdoreke çapemeniyê ya xwedî nirx û pîvan de, armanc ji kampanya ew e ku piştî bidawîbûna dema îmzekirinê, encam û planên kampanya yên siberojê were ragihandin.

Evîn anî ziman ku ji bûyerên dawîn ên li Siwêdayê, peravên Sûriyê û deverên din, piştrast bû ku bikaranîna ragihandinê bi hinceta azadiya derbirînê ji bo teşwîqkirin û heqaretkirina pîroziyan zêde dibe.

Evîn teqez kir ku azadiya ragihandê, nefretê rewa nake, divê ew amûrek be ji bo pêşvebirina nirxên civakî û mirovî.

Hevseroka YRA`yê destnîşan kir ku wan bi rêya komîteyên çavdêriya mafên mirovan û çavdêriya binpêkirinan rewşa ragihandinê yên ku hemî binpêkirin û sûcan belge dikin, ji nêz ve dişopîne.

Her wiha Evînê aşkera kir ku bi armanca yekkirina hewildanên ji bo têkoşîna li dijî gotinên nefretê, têkiliya yekitiyê bi rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî, Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb, Yekitiya Ragihandinê ya Rojhilata Navîn û Komîteya Parastina Rojnamevanan re heye.

Hevseroka YRA`yê Evîn wiha dawî li gotinên xwe anî: "Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser nirxên edalet, wekhevî û rêzgirtina pîroziyan, ava bûye. Li ser bingeha vê pransîbê, em hemû gotinên medyayê red dikin ku fitneyê û parçebûnê belav dikin. Em bang li hemû rojnamevanan dikin ku bi zimanê diyalog ve girêdayî bin û pabendî dirûşma kampanyaya me `Bi hev re em gotinên nefretê red dikin` bin. Em bi hêvî ne ku ji pêşengên avakirina ragihandineke berpirsyar bin ku aştiya navxweyî li welêt serwer bike."

(ac/şx)

ANHA