Li Siwêdayê hefteya 4’an e nexweşên penceşêrê bê derman in

Ji ber dorpêça hikûmeta veguhêz li ser Siwêdayê nexweşên penceşêrê bê derman in, rewşa bajar û gundewarên wê ji ber nebûna pêdiviyên sereke jiyan lê zehmet bûye.

Li Siwêdayê hefteya 4’an e nexweşên penceşêrê bê derman in
6 tebax, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku dorpêça li ser Swêda û gundewarê wê kete hefteya çaran pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê, wek ard û sotemenî, kêm in, ji ber nebûna derman nexweşên penceşêrê li parêzgehê zehmetiyan dikişînin.

Her çiqas malperên herêmî agahî li ser "mîqdarên mezin ên dermanên penceşêrê yên ku gihîştine Swêdê" belav dikin jî, lê Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê ev nûçe red kir û di daxuyaniyekê de ji aliyê rêveberê wê Dr. Ednan Muqeled ve piştrast kir ku heta 6’ê Tebaxa 2025`an, tevî gelek sozên çavkaniyên fermî û nefermî, ti dermanên penceşêrê negihîştine parêzgehê.

Rêveberê komeleyê hefteya borî di daxuyaniyekê de ji ajansa me ANHA’yê re, banga dabînkirina dermanên bingehîn ji bo hezar û 350 nexweşên ku êdî nikarin bigihîjin dermankirinê, kir.

Dr. Muqeled destnîşan kir ku ji ber derengketina dermankirinê rojane rewşa tenduristiya nexweşan xirabtir dike.

Di heman çarçoveyê de, firinên taybet li Swêdayê ji ber kêmbûna ard û sotemeniyê çar roj li pey hev hatin girtin. Ji ber vê yekê şênî neçar man ku firina yekane ya li Siwêdayê dixebite. Ew jî bi xwe re qerebalixeke mezin çêkir.

Hemwextî dorpêçeke dijwar ku hikûmeta veguhêz li ser parêzgehê ferz kiriye, şêniyên Siwêdayê van zehmetiyan dikişînin.

Heyva Sor a Sûriyeyê rê neda ku barhilgirên alîkariyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine şandin, derbasî parêzgehê bibin. Giraniya barhilgiran 55 ton pêdiviyên xwarinê yên bingehîn bûn.

Heyva Sor a Sûriyeyê daxwaz kir ku ew bi ferdî werin wergirtin û belavkirin. Lê ev daxwaz ji aliyê Komeleya Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê ve hate redkirin.

(ac/şx)

ANHA