Li Hemayê mayîn teqiya: 2 masîvan birîndar bûn

Li gundê Hakûra yê deşta Xabê ya Hemayê mayînek teqiya û di encamê de 2 masîvan birîndar bûn dema nêçîr dikirin.

Li Hemayê mayîn teqiya: 2 masîvan  birîndar bûn
6 tebax, 2025   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê 2 masîvan li nêzî gundê Hakûra yê deşta Xabê ya rojavayê Hemayê dema nêçîr dikirin, mayînek bi wan de teqiya. 

Li gorî agahiyan, dema komeke masîvan amûrên xwe li nêzî rûbereke avê kom dikirin, mayîn teqiyaye. Di encamê de 2 ji wan birîndar bûye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encama bermahiyên şer de ji destpêka 2025`an ve, 492 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Jê 139 zarok in. He wiha 536 kes jî birîndar bûye ku di nav de 238 zarok heye.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo rawestandina mîna va qezayan, ti gav navêtiye û çareseriyên bingehîn jê re nedîtiye. Lewma jiyana sivîlan di xetereyê de nemaze ku di salên aloziyê de mayîn li her derê hatin bicihkirin.

(şx)

ANHA