Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

Li bajarê Şirnex ê Bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK)ê bi armanca piştevaniya bi Rojava re kampanya alîkariyê hate destpêkirin.

Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin
15 sibat, 2026   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şirnexê bi pêşengiya DÎSKê bi armanca piştevaniya bi Rojava re kampanya alîkariyê hate destpêkirin. Têkildarî kampanyayê li avahiya DÎSK Genel Îşê ya Şirnexê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Şaxa Genel Îşê ya Şirnexê Siyajîn Burumtekîn axivî û dorpêç û êrişên li ser Rojava ku li hin deveran didomin û got: “Gelê Rojava bêav û bêceyran hatiye hiştin. Xelkê me di nav şertên li dijî rûmeta mirovahiyê dijî. Em wek DÎSK Genel Îşê bang li gelê xwe dikin ku piştevaniya Rojava bikin. Em dixwazin her kes alîkariyê bide vê kampanya me. Em dixwazin her kes xwedî li Rojava derkeve.”