Li sînorê Kerkûkê teqînek çêbû, efsere û leşkerek Iraqê jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Kerkûkê mayînek bi wesayîteke leşkerên artêşa Iraqê ve teqiya, li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de efserek û leşkerek jiyana xwe ji dest dan, 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li sînorê Kerkûkê teqînek çêbû, efsere û leşkerek Iraqê jiyana xwe ji dest dan
14 cotmeh, 2026   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnews`ê, li Kerkûkê bi wesayîta leşkerên artêşa Iraqê ve mayînek teqiyaye. Hate zanîn ku teqîn li Çemê Zixêtûn ê li sînorê bajarokê Reşadê yê ser bi Parêzgeha Kerkûkê pêk hatiye.

Hate destnîşankirin ku mayîna ku berê hatibû çandin, bi wesayîta peywendiyan a berpirsên Fîrqeya 11’an a artêşa Iraqê ve teqiyaye.

Li gorî agahiyan, teqîn dema ku ew hêz mijûlî operasyona lêgerîn û paqijkirina navçeyê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû çêbûye.

Di encama vê teqînê de, Fermandarê Peywendiyan ê firqeyê, Ahat Yasir û leşkereke jiyana xwe ji dest dan, du leşkerên din jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ev hêz piştî ku duh (13 Cotmeh) balafirên şer ên Iraqê ew herêm bombebaran kiribûn, ji bo kontrolkirina herêmê ketibûn tevgerê.