Li Silêmaniyê ji bo şehîd Salih Muslim taziye hate danîn

Li Silêmaniyê ji bo şehîd Salih Muslim taziye hate danîn. Di rêjeyek berçav de welatparêz, kesayetên siyasî, partî, endamên sazî û dezgehan beşdarî merasîmê bûn.

Li Silêmaniyê ji bo şehîd Salih Muslim taziye hate danîn
15 adar, 2026   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şehîd Salih Muslim, li Mizgefta Qazî Mihemed ya li Silêmaniyê taziye hate danîn. 

Kesayetên ji beşên cuda yên civakê, welatparêz, kesayetên siyasî, partî, endamên sazî û dezgehan berê xwe dan cihê taziyê. Nûnerên partiyên siyasî û beşên din li ser û bandora şehîd Salih Muslim hest û nêrînên xwe anîn ziman.

Fermandarê kevin Rustem Baziyanî di merasîmê de ji Rojnews re axivî û got: “Em ji ber wefata Salih Muslim xemgînin. Ew yek ji rêberên berçav ên li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bû. Şehîd Salih Muslim kesayetekî exlaqî bû. Çûyîna wî ji bo gelê Kurd windahiyek mezin bû. Divê her çar beşên Kurdistanê li xebat û têkoşîna wî binêrin û rêya wî bişopînin.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa di taziyeyê de axivî û got: “Ev tazî, taziyeya gelê me ye û ji bo gelê me windahiyeke. Şehadeta wî di nav rêzên civaka me de valahiyek mezin çêkir. Salih Muslim rêberekî mezin ê gelê me bû."