Çadirên Kampa Newroz bin av bûn

Kampa Newroz a li Dêrikê ji ber barana ku ji duh ve dibare tijî av bû. Komîteyên rewşa awarte dest bi tesbîtkirina zeraran kiriye.

Çadirên Kampa Newroz bin av bûn
Çadirên Kampa Newroz bin av bûn
Çadirên Kampa Newroz bin av bûn
Çadirên Kampa Newroz bin av bûn
Çadirên Kampa Newroz bin av bûn
Çadirên Kampa Newroz bin av bûn
Çadirên Kampa Newroz bin av bûn
15 adar, 2026   16:28
QAMIŞLO

Ji ber barana dijwar a ku ji duh ve li herêmê dibare, çadirên kampa Newroz a li bajarê Dêrikê tijî av bûn.

Ji ber ku kon bi lez hatine danîn û erdên wan bi betonê nehatine sererastkirin, ava baranê derbasî piraniya  konan bûne ku hejmara wan 100 konên nû ne. Ev  jî bû sedem ku zerar li konan bibe.

Bi armanca şopandina rewşa koçberan komîteyeke rewşên awarte hat avakirin. Komîte ji 10 endamên Rêveberiya kampê û nûnerên 5 komînên kampê pêk tê.

Komîteyê li tevahî kampê geriya û zerar tesbît kirin. Koçberan bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin, çareseriyan ji rewşa wan re peyda bikin, binesaziya kampê baş bikin.

Kampa Newroz ji bo malbatên koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên ku ji ber êrişên Çileya îsal ji herêmên Reqa û Tebqayê hatine, bi awayekî lezgîn hatibû vekirin. Li kampê koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî jî hene.

Hejmara malbatên koçber ên li kampa Newroz hezar û 165 malbat (5 hezar û 896 kes) e

(bb)

ANHA