Li bakurê Kurdistanê Agirê Newrozê geş bû

Li bakurê Kurdistanê Pîrozbahiyên Newrozê her diçe geş dibe li gelek bajarên gel Herîkan qadên Newrozê û Agirê Newrozê geş kirin.

Li bakurê Kurdistanê Agirê Newrozê geş bû
15 adar, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroza 2026an a bakûrê Kurdistanê bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tevî şert û mercên hewayê yên neguncav li gelek navendan tê pîrozkirin. Bajarê Qersê yê Serheda û Agirî û Semsûrê xelekê  Herîkan qadên Newrozê.

ÎDİR

Beşdaran tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan. Çalakiyê di şexsê Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Parlamenterê Îdirê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Yilmaz Hûn axivî û got, "Em li vê derê bi rengekî eşkere dibêjin, Kurd wê li ser rêya sêyemîn a Abdullah Ocalan azad bibin. Helwesta me ev e."

Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî got, "Em pêvajoyeke zehmet pêşwazî dikin. Ev der bajarekî me yê sînor e. Gelê Îdirê, gelê me yê Rojava şer nas dikin. Ji ber vê jî em dixwazin bi hev re bjîn. bi înîsiyatîfa Birêz Ocalan deklarasyonek hate weşandin. Em êdî dixwazin li ser aştiyê biaxivin. Ji ber vê jî ev pêvajo ji bo me gelekî hêja ye."

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan di axaftina xwe de silavên Rêber Apo ragihand û anî ziman ku Newroz ji aliyê demokrasî û aştiyê ve xwedî wateyeke dîrokî ye.

Pervîn Bûldan anî ziman ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê kiriye û ji bo qanûnên entegrasyona demokratîk divê Meclîs gavên şênber biavêje.

Pervîn Bûldan bal kişand ser girtiyên li gritîgehan û got, "Bêyî ku xwe sist bike divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Gelên Tirkiyeyê li benda gavên girîng e. Em dikevin demeke welê ku hevalên me yên li girtîgehan wê azad bibin. Dema ku gava pratîkî hate avêtin wê hevalên me azad bibin. Gelê Kurd dixwaze êdî bibe xwedî mafên xwe. Jin naxwazin bêne ukştin. Jin bi vê pêvajoyê re wê bibin xwedî mafên xwe. Weke ku Birêz Ocalan got, 'Jin di pêvajoya entegrasyona demokratîk de hêza dehfdanê ya herî girîng e."

Pervîn Bûldan di axaftina xwe de qala aştiyê kir û anî ziman ku divê Tirkiye êdî ji nava atmosfera şer derkeve. Pervîn Bûldan got, "Em êdî şer naxwazin. Şer hilweşîn û rondikên çavan e. Em dixwazin eşrê li Îranê tavilê bisekine û maseya muzakereyê bê danîn. Aştî ji her tiştî bêhtir bi wate ye."

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan û pîrozbahiyê bi gerandina govendê dewam kir.

QERS

Newroz, ku li Qersê bi slogana "Azadî û Demokrasî" tê pîrozkirin, bi coşeke mezin dest pê kir. Tevî barana zêde bi sedan kes li qada Îstasyonê beşdarî pîrozbahiyên Cejna Newrozê bûn. Gel di bin baranê de govendê digerîne û Newrozê bi coşeke mezin pîroz dike.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Welatiyên hatin qada Nwrozê, bi dirûşmên “Bijî Newroz" û "Jin, jiyan, azadî" derbasî qadê bûn. Bi sedan welatiyên ciwan, jin, kal û pîr ên cilûbergên kurdî li xwe kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemiliye. Tê payin ku Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û wekîl Celal Firat di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştre jî dê hunermend Suavî, Berfîn Işik û Mem Sîdar derkevin ser dikê.