Li Silêmanî û Qeladizê meşên girseyî

Xelkê Silêmanî û Qeladizê daketin kolanan û ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava çalakî li dar xistin.

Li Silêmanî û Qeladizê meşên girseyî
Li Silêmanî û Qeladizê meşên girseyî
Li Silêmanî û Qeladizê meşên girseyî
Li Silêmanî û Qeladizê meşên girseyî
Li Silêmanî û Qeladizê meşên girseyî
Li Silêmanî û Qeladizê meşên girseyî
24 ÇILE, 2026   16:32
NAVENDA  NÛÇEYAN

Welatiyên bajaroka Qeladizê û silêmaniye ji bo piştgiriya berxwedana Rojava meşek girseyî lidarxistin.

Bi hezaran ku ji hunermend, nivîskar, nûnerên aliyên siyasî, mamosteyên ol, jin, ciwan û hemû beşên civakê tevlî meşê bûne.

Di meşê de ala Herêma Kurdistanê, YPG û QSD hatin bilindkirin. Bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Yeke Yeke Yeke Kurdistan Yeke’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rojava Ne Bi Tenê Ye, Deriyê Azadiyê Ye’ hatin qîrkirin.

Di meşê de gelek pankart hatin hildan ku piranî ‘KEZÎ’ li ser hebûn. Bi vê yekê peyamek da ku çeteyên destdirêjî porên şervanên YPJ’ê kirîn hate nîşandan.

Berî destpêkirina meşê ji aliyê Orkestraya Ciwanên Newaw ve konserteke hunerî û dirûşmên parastinê hate pêşkêşkirin.

Li bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn meşek girseyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di meşê de ji hemû beşên civakê welatî beşdarbûn.

Di meşê de dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.