Li Hesekê dikanên sûka sebzeyan hatin vekirin, lê kel û pel kêm in

Dikandarên bajarê Hesekê dikanên xwe yên li sûka sebzeyan vekirin, lê sebze pir kêm e, çeteyên hikumeta demkî rê nadin kamyon derbasî bajêr bibin.

Li Hesekê dikanên sûka sebzeyan hatin vekirin, lê kel û pel kêm in
24 ÇILE, 2026   16:41
HESEKÊ

Sûkên bajarê Hesekê ji nû ve vedibin, lê cureyên sebzeyan ji ber rewşa hewayê û astengiya derbaskirina kel û pelan ji hêla çeteyên hikumeta demkî û yênd dewleta Tirk a dagirker pir kêm in, di heman demê de tu kesî bihaya kel û pelan zêde nekiriye.

Bazirganê Sûka Sebzeyan a bajarê Hesekê Ebdulezîz Omer diyar kir ku berê êrişên vê dawiyê sebze di deriyê Sêmalkayê re derbas dibû. Tiştê niha heye tenê bacanê sor û kartol e.

Omer da zanîn ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rê nadin kamyonên sebzeyan ji hundirê Sûriyeyê derbasî bajêr bibe.

Bazirgan Mihemed Mela jî dibêje niha tenê sebze di deriyê Sêmalkayê re derbasî Qamişloyê dibe û ji wir jî bazirgan derbasî Hesekê dikin. Lê sebzeyê niha li sûkan heye berê hatibû depokirin û bihayê kel û pelan zêde nebûye.

(fr)

ANHA