Li Hindistanê êrişa dijî tûrîstan: 24 kesan jiyana xwe ji dest da

Li herêma Keşmîr a Hindistanê di encama êrişa çekdarî ya li dijî tûrîstan de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Hindistanê êrişa dijî tûrîstan: 24 kesan jiyana xwe ji dest da
22 nîsan, 2025   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarekî polîsan, li herêma Keşmîrê ya Hindistanê çekdaran gule li tûrîstan barandin. Di encama gulebaranê de herî kêm 24 kesam jiyana xwe ji dest da. Her wiha desthilatên Hindistanê got ji çend salan ve ev êrişa herî giran û xerab e.

Rayedarê payebilind a polîsan a li Keşmîrê ku navê xwe aşkera nekiriye, got herî kêm 24 kesan jiyan xwe ji dest da.

Li herêma Pahalgamê ya ku piraniya şêniyên wê Misilman in, du-sê çekdaran gule li tûrîstên ku diçûn herêmê barandin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ev "kiryarê hovane" ya li Pahalgamê hatiye kirin şermezar kir û soza cezakirina sûcdaran da.

(fr)