Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpçêkirî xebata paqijiyê

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşma "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin" xebateke kollektîf a paqijiyê da destpêkirin.

15 kanûn, 2025   12:49
HELEB

Bi armanca kêmkirina bandorên ambargoya ku hikumeta veguhêz li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, Şaredariya Gel a her du taxan xebateke kollektîf a paqijkirina kolanan da destpêkirin. Xebata paqijkirinê bi beşdariya girseyî ya şêniyan û endamên şaredariyê bi dirûşma "Bi hev re em bajarê xwe xweşik bikin" li beşa Marûf a Şêxmeqsûdê dest pê kir.

Komîteya birêxistinkirina vê xebatê diyar kir ku ev xebat berdewama pêngava paqijiyê ye ku di 13’ê Nîsana îsal de dest pê kiribû û da zanîn ku xebat dê rojekê dewam bike.

Endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Elaedîn Elo diyar kir ku armanca vê xebatê bilindkirina asta hişmendiya civakî ya li ser paqijiya giştî ye.

Elo bi bîr xist ku hikumeta veguhêz ambargoya li ser her du taxan didomîne û rê nade madeyên sereke wekî sotemenî, derbas bibin û got: "Ev xebat di heman demê de ji ber kêmbûna sotemeniyê ya ji bo xebitandina alavên rakirina çopê ye."

Elo di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir tevkariya bi şaredariyê re xurt bikin, beşdarî xebatên derbaskirina astengiyên heyî bibin ku xebatên xizmetguzariyê asteng dikin. Her wiha got, paqijiya giştî berpirsyariya her kesî ye.

Ji 25’ê Îlona îsal ve ambargo li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye. Vê yekê bandor li tevahî qadan, bi taybetî xebatên paqijî û rakirina çopê kir. Ji bo rakirina bandorên ambargoyê şênî xebatên bi vî rengî pêk tînin.

(b)

ANHA