Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê

Nexweşxaneya Gel a Hesekê rojane 500-700 nexweşan pêşwazî dike. Bijîşkan bang li şêniyan kir ku nekevin cihên qerebalix, maskan bi kar bînin û avê şilavan vexwin.

Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
Rojane 700 nexweşên grîpê diçin Nexweşxaneya Gel a Hesekê
15 kanûn, 2025   12:47
HESEKÊ

Karmendên Nexweşaneya Gel a Hesekê diyar kir ku nexweşiya grîpê di nava şêniyan de zêde bûye.

Bijîşkê beşa lezgîn a nexweşxaneyê Murad Mustafa diyar kir ku nexweşî nêzîkî mehek berê belav bûye û nîşanên wê kuxik, ta, êşa sîng, serêş û êşa movikan in. Mustefa da zanîn ku beşa lezgîn a Nexweşxaneya Gel rojane di navbera 500 û 700 nexweşan de werdigire, tevî zexta mezin jî dermankirina pêwîst ji wan re peyda dike.

Li gorî Mustefa di beşa lezgîn 24 saetan vekirî ye, ev beş li ser 3 nobetan e, di her nobedariyekê de 3 bijîşk lê dixebitin.

Mustefa ji şêniyan xwest nekevin cihên qerebalix û tedbîrên pêşîlêgirtinê yên ji bo sînordarkirina belavbûna nexweşiyê bigirin, bi taybetî bikaranîna maskan û vexwarina zêde ya şilavan.

(k)

ANHA