Li Şerîda Xezayê 2 kes hatin kuştin

Di êrişa drona Îsraîlê ya li ser erebeyekê li nêzî kampa Mexazî ya naverasta Xezayê de 2 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li Şerîda Xezayê 2 kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2026   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Almanyayê, di êrişa droneke Îsraîlê ya li ser erebeyekê li nêzî têketina kampa Mexazî ya Şerîda Xezayê de 2 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Ajansê da zanîn ku cenazeyên kuştiyan û birîndaran rakirina Nexweşxaneya Şehîdên El Eqsa û destnîşan kir ku ev êriş ligel berdewama binpêkirina agirbestê ya li Şerda Xezayê pêk tê.

Girêdayî mijarê, li deverên cuda yên Şerîda Xezayê Îsraîlê êrişî konên penaberan kir, bi dronekê êrişî avahiyekê kir.

(f)