Li Ezazê cenazeyek hat dîtin

Li Ezazê cenazeyê kesekî 60 salî ku şopên guleyan li ser hebûn hate dîtin.

Li Ezazê cenazeyek hat dîtin
29 cotmeh, 2026   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê ragihand ku li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê cenazeyê kesekî 60 salî, hate dîtin.

Cenaze ku şopên guleyan li ser bûn, li ser rêya Meryemîn a rojavayê bajêr hat dîtin.

Der barê bûyerê de agahiyên zêdetir nehatin belavkirin.

(bb)