Li ser xweparastina ji germahiya bilind semîner tên dayîn

Komîteya Tenduristiyê ya Çilaxayê semînerek li ser hişyarkirin û çawaniya xweparastina ji germahiya bilind da.

Li ser xweparastina ji germahiya bilind semîner tên dayîn
Li ser xweparastina ji germahiya bilind semîner tên dayîn
Li ser xweparastina ji germahiya bilind semîner tên dayîn
Li ser xweparastina ji germahiya bilind semîner tên dayîn
22 hezîran 2024   15:28
QAMIŞLO

Bi bilindbûna pileyên germahiyê re ku bi wê re nexweşiyên ‘derbeya tavê’ yan jî ‘derbeya germahiyê’ çêdibin, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Bajarê Çilaxa bi hevkariya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê semînerek li ser hişyarkirin û şîrovekirina rêbazên xweparastina ji germahiyê da.

Semîner li avahiya şaredariyê bi amadebûna endamên saziyên xizmetguzarî, sivîl û xelkê bajêr hat dayîn.

Hemşîre Emel Elo li ser mijarê axivî û got derbeya tavê rewşeke awarte ye û pêdiviya wê bi baldariya tibî ya yekser û destwerdanên lezgîn heye. Emel diyar kir ku ger ev yek bi lezgînî mudaxale lê neyê kirin dibe ku gelek bandorên neyînî wek telefbûna organên laş bi xwe re bîne û dibe ku di hin rewşan de mirin jî çêbe.

Her wiha Emel behsa çawaniya xweparastina tavê kir û got: "Nabe mirov demeke dirêj di bin tavê de bimeşe. Nabe di hewaya pir germ de sporê bike. Divê mirov avê pir vexwe.”

Li gorî endamê Komîteya Tenduristiyê Zubêr Omer got semînerên wiha dê li tevahî tax û komînên bajar werin dayîn.

(fr)

ANHA