Li Derayê 3 cenaze hatin dîtin

Li bajarê Derayê yek jê efser 3 kes hatin kuştin.

Li Derayê 3 cenaze hatin dîtin
22 hezîran 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li çerxerêya bajarokê Um El Meyazin ê gundewarê Derayê cenazeyê du kuştiyan hatin dîtin.

SOHR agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih girtiye diyar kir ku her du kesên hatine kuştin bi xebata bi çeteyên DAIŞ re û qaçaxçîtiya narkotîkê ber bi Urdinê ve tawanbar in.

Hate ragihandin ku navên her du kesên hatine kuştin wiha ne; Reed El Radî û Mihemed Ebduselam El Şerîf .

Li bajarê Dail ê Derayê jî cenazeyê efserekî hikumeta Şamê bi navê Cemal Mihemed El Suxnî ku bi guleyan hatiye kuştin, hate dîtin.

Bajarê Derayê ji Hezîrana 2019’an ve piştî pêkanîna "Çareseriyan" bi komên xwecih re di bin kontrola hikumeta Şamê de ye.

(bb)