Li ser sînorê Lubnanê 8 jê leşker 11 kes birîndar bûn

Medyaya ser bi Îsraîlê ve ragihand ku ji ber ketina moşekek li devera Bêyet Hêl ê nêzî sînorê Lubnanê 8 jê leşker, 11 kes birîndar bûne.

Li ser sînorê Lubnanê 8 jê leşker 11 kes birîndar bûn
3 kanûn, 2023   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya ser bi Îsraîlê ve, di encama ketina moşeka dijî tankan de li devera Beyt Hêl a nêzîkî sînorê Lubnanê, 8 jê leşker 11 kes birîndar bûne.

Hizbullah jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê deverên Zêdîn, Radar û Riwêsat El Elem ên nêzî Mezari Şeba yên di bin kontrola Îsraîlê de kirine hedef û birîndar hene.

Çavkaniyên xwecih gotin, Îsraîlê li parêzgeha Nebetiya ya başûrê rojhilatê Lubnanê, bi taybet girê Iwda yê baramberî bajarokê Teybeta, Deşta Mecîdiyê û derdora Şebayê bi obîsan topbaran kirin.

Her wiha li gorî çavkaniyan, derdora bajarokê Naqûra, Eyn Zerqa, Geliya Hamûl ên li beşê rojava yê başûrê Lubnanê, dîsa jî derdora bajarokê Yarûn bi dijwarî hatin topbarankirin.

(bb)