Li Girê Spî di navbera çeteyan de şer derket: 2 kuştî û 5 birîndar
Li Girê Spî ya dagirkirî di navbera çeteyan de şer derket. 2 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Girê Spî dane, di saetên piştî nîvro de di navbera çeteyên koma "Cebha El Şamiye" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Çavkaniyan got, di şer de 2 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.
Çavkaniyan dane zanîn di şer de çekên sivik hatin bikaranîn.
Li kantonê car caran di navbera çeteyan de şer li ser dizî an rêyên qaçaxçîtiya mirovan derdikeve.
(bb)
ANHA