Li ser rêya Heleb-Efrînê ciwanek hat revandin

Endamên "Ewlekariya Giştî" yên li têketina bajarê Ezazê bi cih bûne, li ser rêya Heleb-Efrînê ciwanekî Kurd ku piştî 11 salan berê xwe dida gundê xwe yê li Efrîna dagirkirî, revand.

Li ser rêya Heleb-Efrînê ciwanek hat revandin
11 hezîran, 2025   18:55
HELEB

Çavkaniyên xwecihî ji ajansa me re diyar kir ku endamên "Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê li ser benda kontrolê ya El Şet a li têketina rojavayê bajarê Ezazê ya li ser rêya Heleb-Efrînê, ciwanekî Kurd revand.

Navê revandî, Ehmed Osman Hemo ye, ji gundê Xalta yê gundewarê bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî ye, ji 11 salan ve li Helebê bi cih bûye.

Gelek welatiyên ku ajansa me pê re peywendî kiriye destnîşan kir ku endamên benda ku "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker wergirtine, kiryar û reftarên xwe bi xelkê Efrîna dagirkirî re neguhertine.

Her wiha şêniyan got benda El Şet a ku Ehmed lê hatiye revandin, di 12’ê Sibata 2025’an de "Saziya Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker wergirt.

Ev kiryar û refat binpêkirina xalên 8 û 3 yên peymana Helebê ne, ya ku di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin.

(fr)