Li nêzî Dêr Hafirê çeteyan 3 welatiyên Efrînî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navneteweyî ya nêzî bajarokê Dêr Hafirê 3 welatiyên Kurd ên ji bajarê Efrînê revandin.

Li nêzî Dêr Hafirê çeteyan 3 welatiyên Efrînî revandin
11 hezîran, 2025   18:37
HELEB

Li gorî agahiyên çavkaniyan ji ajansa me re parve kirine, îro, saet nêzî 3’yan piştî nîvor çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navneteweyî li nêzî bajarokê Dêr Hafirê 3 welatiyên Kurd revandin.

Revandî di erebeya veguhastinê ya bi cureya (H1) a spî de bûn û ji Qamişloyê ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve diçûn.

Navên revandiyan wiha ne:

Ebdulhenan Mistefa (54), ji gundê Feqîra yê Efrîna dagirkirî.

Ekrem Mihemed Elo (41), ji gundê Qitmê yê Efrîna dagikrirî.

Ebduselam Ehmed El Xelîl (35), ji gundê Xirabî Şera yê Efrîna dagirkir.

Şêniyên ku di heman erebeyê de bi revandiyan re bûn, diyar kir ku çeteyan ew di bin gefa çekê de ber bi cihekî nenas ve birin û hîna heta vê kêliyê revandî ne û aqûbeta wan nehatiye zanîn.

Ev kiriyar, li gorî xalên 8 û 3 yên peymana Helebê ku di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin, binpêkirin e.

Naveroka xala 8’an wiha dibêje; "Tevgera çûn û hatinê ya şêniyên her du taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin."

Her wiha naveroka xala 3’yan jî wiha ye; "Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in."

(fr)