Rêber Apo mamoste, akademisyen, xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobanê silav kirin

Omer Ocalan got, "Me silavên Zanîngeha Kobanê ji Birêz Abdullah Ocalan re şandin û wî nizanibû li Kobanê zanîngeh heye. Rêbertî silavên xwe ji mamoste, akademisyen, xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobanê re şandin û got, ‛Divê xwendekar li gorî modernîteya demokratîk perwerde bibin’."

Rêber Apo mamoste, akademisyen, xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobanê silav kirin
11 hezîran, 2025   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi munasebeta cejnê, hevdîtina malbatan pêk hat. Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên dîtir ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey, di çerçoveya destûra Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.

Ev hevdîtin di 7’ê Hezîranê de pêk hat. Di hevdîtinê de; Rêber Abdullah Ocalan bi biraziyên xwe, parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û Alî Ocalan re  hevdîtin pêk anî. Digel vê yekê, Abdullah Ocalan di hevdîtinê de piştî 26 salan cara ewil bi biraziyên xwe yên zarok re hevdîtin pêk anî.

Li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ya ku di 27`ê Sibatê de kiriye, li Zanîngeha Kobaniyê di 31’ê Gulanê de panelek hatibû organîzekirin. Di panelê de Omer Ocalan jî bi rêya onlinê beşdar bûbû.

Di hevdîtina malbata malbatan de, Omer Ocalan ji Rêber Abdullah Ocalan re gotibû, "Silavên mamoste, akademisyen, xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobanê ji we re hene. Rêbertî jî vegerî û got, ma zanîngeh li Kobanê heye, hejmara xwendekaran çiqas e. Piştre Rêbertî silavên xwe ji mamoste, akademisyen, xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobanê re şandin."

Omer Ocalan diyar kir ku wî ji Rêber Apo re gotiye ji zêdetirî hezar û 500 xwendekar li zanîngehê dixwînin.

Li gorî Omer Ocalan, Rêber Abdullah Ocalan got, "Divê xwendekar li gorî modernîteya demokratîk, fikir û îdeolojiya me perwerde bibînin û bixwînin."

(fr)