ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-3-2024
15 adar, 2024   02:00

Hemwextî têkçûna civata navneteweyî di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û paşketina rewşa aborî û jiyanî ya gelê Sûriyeyê li herêmên hikumeta Şamê, dîsa jî krîz didome. Nîşana vê jî ji nû ve destpêkirina serhildana gel li başûrê Sûriyeyê ye û nemaze li Siwêdayê. (BI WÊNE)

Hevseroka MSD'ê destnîşan kir ku nexşerêya wan ew e ku çareserî ji krîzê re û armancên gelê Sûriyeyê bên peydakirin û got ew li gorî stratejiyeke neteweyî ber bi Sûriyeya nenavendî û pirreng ve dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberê Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku NY'ê soz da ku der bare tundiya li dijî herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê de lêpirsînên zêde pêk bîne. Navendê anî ziman ku rapora komîteya lêpirsînê ya NYˊyê hîna di bin asta sûcên de ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê di 4 salên dawîn de hewl dide bi rêya gelek daristanan rûbera keskahiyê li kantonê zêde bike û hawaya guncaw peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA