Li ser girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê atolye

Nivîsgeha Têkiliyan a MSDʹê bi hevkariya Rêxistina Reqa ya P.D.K.Sʹê destûrên ku hikumetên Sûriyeyê li ser meşîne nîqa şkirin û teqezî bi girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê da.

Li ser girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê atolye
Li ser girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê atolye
Li ser girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê atolye
Li ser girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê atolye
Li ser girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê atolye
Li ser girîngiya guhartina destûra Sûriyeyê atolye
24 îlon, 2024   17:59
REQA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk bi hevkariya rêxistina Reqa ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) bi diruşma ʹRejîma siyasî ya Sûriyê lêkolînek hevrûkirin di navbera destûên 1950 û 2012ʹyan deʹ atolyeyek li dar xist.

Atolye li hola civînan a MSDʹê ya li Reqayê hat organîzekirin. Di atolyeyê de nûnerên ji Nivîsgeha Têkiliyan a MSDʹê, rêxistina Reqa ya P.D.K.Sʹê, şêx û rûspiyên eşîran, kesayetên serbixwe, nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Jinan a Sûriyeyê beşdar bûn.

Endamê Komîteya Navendî ya P.D.K.Sʹê Azad Berazî di atolyeyê de li ser destûrên Sûriyeyê yên ji 1950ʹî heta 2012ʹyan ve axivî û got: "Ji 1973ʹyan ve destûra ku Sûriyeyê li ser dimeşî heman destûra ku di eynî salê de derketiye bû û heta destpêka 2011ʹan ma."

Berazî wiha domand: "Ji ber tevgera li Sûriyeyê bang hatin kirin ku madeya 8ʹan, rewşa awarte û qanûnên awarte werin betalkirin. Dûre xebata li ser destûra 1973ʹyan hat taloqkirin û destûreke nû hat amadekirin."

Berazî wiha pê de çû: "Di 22.04.2011ʹan Beşar Esed biryarnameyek bi jimara 1610ʹan a ji bo rakirina rewşa awarte dabû. Her wiha Dadgeha Ewlehiya Bilind a Dewletê hat betal kir û destûr da xwepêşandanên aştiyane werin lidarxistin. Di 15.10.2011ʹan Beşar Esed bi jimara 33ʹyan biryarnameyek da ku komîteya ji nû ve nivîsandina destûrê were avakirin û bi wê re komîteyek ji 29 kesan hat avakirin. Di destûra nû de piranî madeyên destûra 1973ʹyan hatin parastin."

Berazî ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Di çarçoveya nîqaşên me li ser têgehên destûran û pêşxistina wan, her wiha nîqaşên tevahî destûrên li Sûriyeyê û hevrûkirina wan de tê aşkerakirin ku tevahî destûran pirsgirêkên hundirîn çareser nekirin."

Berazî diyar kir ku di encama pirsgirêkên li ser hev kom bûne di 2011ʹan de di nava gel de teqîn çêbû û xwepêşandan li tevahî Sûriyeyê li dar xistin.

Di dawiyê de beşdaran got divê destûra Sûriyeyê were guhartin û tê de mafên sûriyeyî tevahî parastî bin, her wiha tevahî beşdarî sazkirina destûra nû bin.

(fr)

ANHA