Li Şengalê civaka êzidî û ereb bi meşekê komplo şermezar kir

Li Şengalê bi beşdariya civaka Êzidî û Ereb, bi hezaran kes ji bo protestokirina komploya navnetewî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Di daxuyaniyan de hate gotin, azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan wê bibe, serkeftina hemû gelên bindest û banga bilindkirina têkoşîna dijî tecrîdê hate kirin.

Li Şengalê civaka êzidî û ereb bi meşekê komplo şermezar kir
15 sibat, 2024   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rojaye civaka Êzidî û Ereb li Şengalê li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyê de ne. Îro li Komelgeha Kersê ya Şengalê di saet 15.00’ê piştî nîvro de bihezaran kes bi beşdariya hemû meclîsên gel, Desteya Eşayîrî, TAJÊ û gelek sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meşiyan.

Meşa girseyî ya Şengaliyan ji seytereya Şehîd Gênco ya Kersê dest pê kir û heya Baxçê Serokatî ya li Geliyê Kersê kişand.

Di meşê de bi sedan poster û wêneyên Rêber Apo hatin rakirin û pankartên wekî, ‘Kes nikare roja me tarî bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Rêber Apo îradeya me ya siyasî ye’ û ‘Bi azadiya fizîkî Rêber Apo, emê xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ hatin rakirin.

Ciwan bênavber dirûşmên wekî, ‘Em ciwan fedayiyên Ocalanin’, ‘Bi can bi xwîn, em biterene Ey serok’ gotin.

Asayîşa Êzidxanê jî ji bo parastina girseya gel a dimeşe, tedbîrên ewlekariyê û parastinê girtin û li gel girseyê heya ‘Baxçê Serokatî’ meşiyan.

NEAMA ILYAS: 25 SAL E RÊBER APO JI BO GELÊN BINDEST DI NAVA ÇAR DÎWARAN DE YE

Destpêkê bi navê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Neam Ilyas axivî û vê rojê weke rojeke reş binav kir û got: ‘15’ê Sibat rojeke reş e, roja qirkirina hemû gelên bindest û azadîxwazan e. Hemû dewletên navnetewî piştgiriyê dan komployê. 25 salin Rêber Apo ji bo gelên bindest di nava çar dîwaran de ye. Em weke xelkê Şengalê azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û komploya li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin. Tenê Rêber Apo û şagirtên wî, di roja reş de li me bûn xwedî. Me xwe bi fikrê wî perwerde û rêxistinkiriye, dikarin bi vî awayî xwe ji fermanan biparêzin. Ji ber vêya em azadiya Rêber Apo dixwazin.’

NAYÎF ŞEMO: EM HÊVÎ DIKIN TECRÎD BI DESTÊ GELÊ ME YÊ ŞENGALÊ WERE ŞIKANDIN

Piştî dayê Neam Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî û diyar kir, ew dixwazin bi şikandina tecrîdê deynê xwe yê beramber Rêber Apo bidin û got: ‘Îstîxbarata Amerîka û Îsraîlê Rêber Apo bi komployekî radestî dewleta Tirk a bê xwedê kirin. Ev dîrokeke reş e. Ev dîrok ji aliyê herkesê ve tê zanîn, lê em dixwazin ev ji aliyê zarokên me û nifşên nû ve neyê ji bîr kirin. Em dikarin bi yekîtiya rih Rêber Apo azad bikin. Hêvî dikin, şikandina tecrîdê bi destê Şengalê pêk were da ku bikarin kêmek jî be bersiva qenciya wî ya li gelê me kiriye, bidin.’

DAYÊ ŞEMÊ: AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO DÊ BIBE SERKEFTINA GELÊN BINDEST

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo jî komploya navnetewî şermezar kir û wiha axivî: ‘Me xwest bi meşeke girseyî li dijî komployê bimeşin, ev bersiveke herî mezine ji dijmin re. Em vê rojê, weke roja reş bi nav dikin. Ne tenê dewleta Tirk di ber komployê de berpirsyariye. Ev komployeke navnetewî û namerdanebû. Komploya li ser Rêber Apo ji ya Şêx Seîdan ne qutbû. Piştî Şêx Seîdan nexwestin careke din Kurdîtî serî rake û pêşengek nû derbikeve. Dewleta Tirk bi dek û dolaban, Şêx Seîd qetil kir. Bi komployê xwestin heman tiştî bînin serê Rêber Apo jî. Rêber Apo got, hun dikarin min fizîkî zîndanî bikin, lê hûnê nekarin fikrê min yê di nava gelan de tine bikin. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, wê bibe serkeftina hemû gelên bindest û gelan. Her wiha dê binkeftina dewleta Tirk û hêzên navnetewiye.’

Herî dawî bi navê Meclîsa Gundên Ereb ya Şengalê Hesen El-Taîb jî komploya dijî Rêber Apo şermezar kir û banga şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo li Saziyên navnetewî û

Saziyên Mafê Mirovan yên navnetewî kir.

Daxuyanî bi dirûşmên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo qediya.