Li Şehbayê çeteyan dest danî ser baxçeyek zeytûnan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker baxçeya zeytûnan a şêniyekî ji herêma Şehbayê desteser kir û ew bi zorê ji nav baxçe hate derxistin.

Li Şehbayê çeteyan dest danî ser baxçeyek zeytûnan
5 mijdar, 2025   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê mal û milkên şêniyên gundê Nêrebiyê yê herêma Şehbayê ya dagirkirî ya bakurê gundewarê Helebê desteser dikin.

Li gorî rêxistinê, çeteyan nehişt şênî Ebdulcelîl Îdan baxçeyê xwe ya ji 200 dar e cot bike, kesaxe bike. Baxçeya wî li kêlek gundê Şealê ye. Çeteyan ew bi zorê ji nava baxçe derxist.

Rêxistinê diyar kir ku ev bûyer di çarçoveya pêkanînên rojane ku çete li dijî şêniyên Şehbayê pêk tîninde, ye.

(fr)