Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Helebê atolyeyek der barê bandorên zewaca zû de li dar xist. Beşdaran diyar kir ku pêwîstî bi yekkirina hewlan bi rêya hişyarkirinê, peydakirina fêrkirina baş, xurtkirina jinan û guhertina çarçoveya yasayî û civakî yên piştgiriya derxistina zewaca qanûnî dikin, heye.

Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket
Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket
Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket
Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket
Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket
Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket
Li Helebê têkildarî ‘zewaca zû’ û rêbazên pêşîlêgirtinê atolyeyek li dar ket
5 mijdar, 2025   15:46
HELEB

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan der barê "zewaca zû”, bandorên wê, şêweyên wê li ser jinên ciwan, li dar xist. Rêxistinê bal kişand ser pêxşistina hişmendiya malbatê, xurtkirina jinan di tevahî waran de. Ev çalakî bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ku dikeve 25ˊê Mijdarê, hat lidarxistin.

Di atolyeya ku li hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hat lidarxistin de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn, tevgerên jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin amade bûn.

Atolye bi mijara sereke ya "Zewaca zû û bandora wê li civakê" ji aliyê şêwirmenda civakî Ferîde Îbrahîm ve hat destpêkirin. Ferîdeyê got:  "Zewaca zû zarokan ji mafên wan ên bingehîn mehrûm dike, gefan li tenduristiya wan a fîzîkî û derûnî dixwe û mezinbûna wan asteng dike û barekî mezin dixe ser milê wan."

Ferîde destnîşan kir ku pêdiviya têkoşîna dijî "zewaca zû" bi yekkirina hewlan bi rêya hişyarkirin, peydakirina fêrkirina baş, xurtkirina jinan û guhertina çarçoveyên qanûnî û civakî yên piştgiriya derxistina zewaca qanûnî dikin, heye.

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Muna Kibik bal kişand ser girîngiya xurtkirina hişmendiya malbatê ji bo avakirina nifşekî bikare biryarên xwe bi azad bibe û rastiya têgeha zewacê dûrî zextên civakî û qanûnên heyî fêm bike.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîm Hesen got zewaca zû îstîqrareke rastîn çênake, lê jina ciwan ji firseta xwenaskirin û hilbijartina jiyana xwe bi awayekî azad mehrûm dike û diyar kir ku "Zewac bi têgihaştin, lihevkirin û rakirina berpirsyariyê tê pîvandin, ne bi derxistina qanûnan."

Atolye bi girîngîdayîna têkoşîna li dijî van rewşan, xebitîna ji bo pêşxistina hişmendiya malbatê û xurtkirina jinan di tevahî waran de bi dawî bû.

(fr)

ANHA