Li Şehba têkildarî sûcên Tirkiyeyê li dijî girtiyan panel

Li kantona Efrîn û Şehba cezayên ketober ên desthilatên Tirkiyeyê li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ ferz kirine bi panelekê hatin nîqaşkirin.

26 gulan, 2024   17:12
ŞEHBA

Bi sernavê ˊDadgehên Tirkiyê yên li gorî berjewendiyên siyasî binpêkirinên eşkere ji mafên mirovan re ne li dar dixinˊ Yekitiya Parêzeran û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Efrîn û Şehba panelek li dar xist. Di panelê endamên deste, meclis, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên kantona Efrîn û Şehba beşdar bûn. Panel li kampa Serdem a bajarokê Ehdas hat organîzekirin.

Destpêkê dîwana birêvebirina panelê ku ji 2 endamên Yekitiya Parêzeran a kantona Efrîn û Şehba Lezgîn Mihemed û Roşîn Hido û hevserokê Meclisa TEV-DEMˊê ya kantona Efrîn û Şehba Hisên Wilo pêk tê hat pêşniyarkirin.

Her wiha endamê Yekitiya Parêzeran a kantona Efrîn û Şehba Lezgîn Kor axivî û got: "Cezayên li dijî siyasetmedarên Kurd ên HPDˊê hatin ferzkirin cezayên ketober in; ji ber ku wan piştgirî da Kobanê ku Kobanê nekeve destê DAIŞˊê. Dadgeha Tirkiyeyê biryarên navneteweyî bin pê dike."

Dûre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin. Endamê hevserokatiya Yektiiya Êzidiyan a Kantona Efrîn û Şehba Silêman axivî û got: "Dema Erdogan hîs kir ku Selahattîn Demîrtaş di hilbijartinên serokatiyê de li ser wî gefeke rastîn e, tometên derew li wî ser pêk anîn. Divê YEˊê bi awayekî cidî berpirsiyariya xwe rake."

Endamê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehba Îsmaîl Mihemed axivî û got: "Dadgehên Tirkiyeyê ne rewa ne. Ji ber ku li dijî qanûnên navneteweyî ye. Sûca siyasetmedaran tenê ew e ku piştgirî da berxwedana Kobanê."

Mihemed got divê Erdogan û partiya wî were cezakirin ku siyasetmedar û hiqûqnas bêyî tu sedeman xistin girtîgehan.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û wiha ye:

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne ji hêla komîteyên hiqûqî ve werin belgekirin.

Daxwaz ji dadgeha navneteweyî ya mafên mirovan were kirin dewleta Tirk mecbûr bike ku biryarên xwe bi cih bîne, ji ber ku ew endameke peymana mafên mirovan e.

Li tevahî cîhanê, ji bo serbestberdana girtiyên siyasî asta têkoşînê were bilindkirin.

Daxwaz ji parêzer û siyasetmedarên li Tirkiyeyê heye ku giliyê rakirin DMMEˊyê.

Panelek der barê biryarên dewleta Tirk ên dawîn de li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin û vexwendname ji parêzer û hiqûqnasan re were şandin.

(fr)

ANHA