Beşa yekemîn a xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava der çû

14 xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava, piştî projeyên wan ên derçûnê hatin nirxandin û astên wan hatin diyarkirin, der çûn.

Beşa yekemîn a xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava der çû
Beşa yekemîn a xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava der çû
Beşa yekemîn a xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava der çû
Beşa yekemîn a xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava der çû
Beşa yekemîn a xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava der çû
Beşa yekemîn a xwendekarên Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava der çû
26 gulan, 2024   17:53
QAMIŞLO

Îro li Zanîngeha Rojava projeyên derçûnê yên xwendekarên sala 4'an ên Fakulteya Hiqûqnasiyê ji aliyê komîteya perwerdeyê û komîteya rêveber ve hatin nîqaşkirin. Fakulteya Hiqûqnasiyê ya Zanîngeha Rojava di 2020-2021'an de hat vekirin û ev derçûyî jî yên beşa yekemîn in. derçûyên beşa yekemîn ji 9 xwendekarên keç û 5 xwendekarên xort pêk tê.

Hevserokê Fakulteya Hiqûqnasiyê û endamê Komîteya Rêveber Kamîran Şêxî li ser xwendekarên derçûyî got: "Ew çalak in û xwedî şiyanên baş in ku di hiqûqî de kar bikin. 14 projeyên xwendekaran ku ji 4 beşên navneteweyî, cezayî, îdarî û sivîl pêk dihatin, hatin nirxandin. Wan di projeyên xwe de sûcên teror, bikaranîna çekên qedexekirî, bazirganiya mirovan û qanûnên cezayî girtin dest. Lêkolînên wan di asteke baş de bûn."

Şêxî diyar kir ku mijarên lêkolînên xwendekaran li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û yên çeteyên DAIŞ'ê bûn.

Li aliyekî din jî xwendekara derçûyî Selwa Ebûd ku îro di nîqaşkirina projeya xwe de rêjeya ji sedî 91 stand, ji ajansa me re got: "Projeya min a li ser 'çekên qedexekirî û qanûna navneteweyî' ji bo gelê min girîng e. Ji ber ku êriş bi wan çekan li dijî wî gelî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatine pêkanîn."

Selwa Ebûd wiha domand: "Em ê xwedî li bawerî û hêviyê derkevin da ku em xizmeta gel û civaka xwe bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sibe gelek xwendekarên ji fakulteyên cuda yên Zanîngeha Rojava dê derbiçin.

(mh)

ANHA