Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Şedadê şervanê QSDˊê şehîd Hemîd Xelîl El Mûsa li bajêr oxir kir û diyar kir ku şehîd lehengên rasteqîn in, ji ber di oxira parastina welat de canê xwe da.

Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hemîd El Mûsa li Şedadê hat oxirkirin
26 gulan, 2024   16:39
HESEKÊ

Di merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hemîd El Mûsa ku 23ˊê Gulanê li Dêrazorê şehîd bû de, bi sedan xelkê Şedadê û bajarokên wî, malbatên şehîdan, endamên saziyan, rêveberiyên sivîl, komîteyên perwerdê û QSDˊê beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ewde El Hisên axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd Hemîd El Mûsa re dixwazin."

El Hisên wiha domand: "Şehadet rêyeke dijwar e, ji bilî lehengan kes naşopîne."

Dûre endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Edîb axivî û got: "Hemîd El Mûsa di dema li ser erka xwe ya parastina xak û rûmetê de rûmeta şehadetê qezenc kir."

Merasîm bi diruşma ˊşehîd namirinˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA