Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist

Navenda Çand û Hunerê ya Şedadê ji bo xebatên çandî yên jinan û danasîna kelepora herêmê şahiyeke hunerî û çandî li dar xist.

Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xist
15 nîsan, 2025   15:47
HESEKÊ

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê di çarçoveya projeya "Wîam- Lihevhatin" de şahiyeke hunerî û çandî ya taybet li dar xist. Çalakî li ber avahiya Meclisa Şaredariya Şedadê bi beşdariya şênî û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser pêk hat.

Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Şedadê Rewda El Hemed diyar kir ku armanca projeyê ew e ku balê bikişînin ser rola jinan di parastina mîrateyên çandî de.

Rewdayê her wiha destnîşan kir ku hevgirtina çandî di navbera Ereb, Kurd û Suryanan de dibe alîkar ku civakeke hevgirtî û vekirîtir were avakirin. Rewdayê got cihêrengiya çandî ji bo civakê çavkaniya hêz û dewlemendiyê ye.

ANHA